Naziyan parlementera Kurd jî bi mirinê tehdîd kir

Naziyên ku 9 jê koçber bi giştî 10 kes kuştin û weke dewama NSÛ’yê xwe didin nasîn, Parlementera federal a Partiya çep Gokay Akbûlût bi mirinê tehdîd kir.

Komeke Neonazî ya ku li Elmanya di navbera salên 2000-2007’an de 9 jê koçber yek jê polîsa jin 10 kes kuştin û xwe weke Sosyalîstên Nasyonal ên Jêrzemîn (NSÛ) dide nasîn di demê dawî de bi îmzeya ‘NSÛ 2.0’ siyasetmedar, parêzer, hûnermend û parêzvanên mafê mirovan bi kuştinê tehdîd dikin. Piranî kesên tedhdî dikin jî bi eslê xwe koçber in û yan jî yên li gel mafê koçberan in û aktîf kar dikin in.

yek ji navê ku Neonaziyan bi kuştinê tehdîd kir endama Meclîsa Federal a Partiya Çep Gokay Akbûlût e. Hate ragihandin ku Neonalîzan bi nameya bi navê ‘NSÛ 2.0’ ji bo siyasetmedara jin a Kurd Akbûlût ku bi salan e li nava Partiya Çep aktîf kar dike, bi kuştinê tehdît kiriye.

Li ser mijarê teşkîlata Partiya Çep a Eyaleta Baden-Wurtemberg a li herêma ku Akbûlût bi serket daxuyaniyek da. Teşkîlatê diyar kir ku name bi rêya e-postayê hatiye şandin û diyar kir ku ne Akbûlût û ne jî hevalên wan ên din ên partiyê ji tehdîdên Neonaziyan natirsin.

BÊDENGIYA SAZIYÊN DEWLETÊ HATE ŞERMEZARKIRIN

teşkîlata Partiya Çep a li Eyaleta Baden-Wurtemberg bal kişand ser bêdengiya saziyên dewleta Elman a li dijî terora rastgiran û destnîşan kir ku divê li dijî neonazî û ramanên nîjatperest ên dijminên biyaniyan têkoşîn bê kirin. Pariya Çep di dewama daxuyaniyê de bang kir ku divê di serî de ji nava yekîneyên polîsan û hemû saziyên dewletê Neonazî bên paqijkirin.

Berdevka Partiya Çep a Eyaleta Baden-Wurtembergê Sahra Mîrov li ser tehdîda li Akbûlûtê daxuyaniyek parve kir û got: “Dem hatiye ku dî hikûmeta Federal û rêveberên eyaletan li dijî şideta rastgir û terorê tedbîrên encamgir bigirin.

NAMEYÊN TEHDÎDÊ JI BO 27 KES Û SAZIYAN HATIYE ŞANDIN

Di meha Kanûnê de cara yekem nameya bi îmzeya ‘NSÛ 2.0’ a tehdîda bi kuştinê ji bo parêzerên doza NSÛ Seda Başay Yildiz re hatibû şandin. Li gorî daxuyaniya duh ji aliyê Wezîrê Karê Derve ya Eyaleta Hessen Peter Beûth ve li parlementoyê hate dayîn li 8 eyaletên cihê yên welat 69 nameyên naveroka wan tehdîdên nîjatperest ên bi îmzeya ‘NSÛ 2.0’ ji bo 27 kes û saziyan hatiye şandin.”

AKBÛLÛT BI ÎMZEYA JÎTEMÊ JÎ HATIBÛ TEHDÎDKIRIN

Her wiha Gunay Akbûlût di meha Adarê de li ser tevna dijîtal ji aliyê JÎTEM a çêkera kontragerîla ya dewleta Tirk ve hatibû tehdîdkirin. Heman peyama li ser tevna ji bo Akbûlût hatibû şandin ji bo 8 parlementerên HDP’ê û dîsa ji bo hevşaredarê Bajarê Mezin a Qersê ya HDP’ê Ayhan Bîlgen re jî hatibû şandin.