Namzetê Parlementoya Ewropayê Încîr: Erdogan dîktator e

Ji bo hilbijartinên Parlementoya Ewropayê Evîn Încîr ji Partiya Karkeran a Demokratên Sosyal a Swêdê bûye namzet. Încîr got ku “Erdogan vediguhere dîktatoran.”

Evîn Încîr a ku li Amedê ji dayîk bûye di hilbijartinên 26’ê Gulanê ya Parlementoya Ewropayê de ji Partiya Karkerên Demokratên Sosyal ên Swêdê bûye namzeta parlementeriyê. Tê diyarkirin ku îxtîmaleke pirt xurt heye ku Încîr were hilbijartin.

Încîr diyar dike ku ji bo parastina mafên mirovan û ji tevkariyê li çareseriya doza Kurdan bike ew ji bo Parlementoya Ewropayê bûye namzet.

Încîr demekê li Maseya Tirkiyeyê ya Navenda Olof Palmeyê xebitiye û têkiliyên wê yên xurt bi sazî û komeleyên li Tirkiye û Kurdistanê heye. Încîr di nirxandina xwe de got ku “Gaveke erênî ye ku HDP û CHP li hin bajaran bi hev re dixebitin. Ligel ku tu tifaqeke fermî tuneye jî hevkariya wan baş e. Ji bo ku li hemberî AKP’ê bibin alternatîf û ji bo ku li Tirkiyeyê gel karibin di nav aştiyê de bijîn divê mûxalefet bi hev re tifaqan ava bikin.”

‘ERDOGAN VEDIGUHERE DÎKTATORAN’

Încîr diyar kir ku Erdogan û AKP hewl dide HDP’ê krîmînalîze bike û bêdengiya CHP’ê ya ji bo vî tiştî ne stratejiyeke rast e û got ku “Erdogan her ku diçe dibe dîktator. Erdogan dixwaze partiyên mûxalefetê qels bike û bi vî awayî desthilatdariya xwe bidomîne. Heke mûxalefet bibin yek wê karibin alternatîfekê ava bikin.”

Încîr diyar kir ku Partiya Karkerên Demokrat ên Sosyal bi HDP’ê re têkiliyên wê yên nêz hene û ji bo bidawîkirina girtin û zextên li dijî HDP’ê di nav hewldanan de ye.”

“TIRKIYE DIVÊ HURMETÎ NÎŞANÎ MAFÊ GIRTIYAN BIDE’

Încîr derbarê grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got ku “Maf û azadiyên mirovan divê ji bo her kesî hebe. Dewlet divê hurmetê nîşanî mafê hemû girtiyan bide. Divê kêşeyên li Tirkiyeyê werin çareserkirin.”

Evîn Încîr wê di nav heyeta çavdêriyê de be ya ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê wê biçin Tirkiyeyê.