Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê berdewam dike

Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê di roja duyemîn de berdewam dike.

Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya îsal bi hevpariya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F), Enstîtuya Lêkolîn û Ramanên Li Ser Kurdistanê (IREK), Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistan (ACK) û Weqfa Danîelle Mîtterrandê duh destpê kir, îro bi çalakiyên cuda berdewam kir. Ji xeynî Parîsê, komunên herêmên 10‘emîn û 18‘emîn û yên Montreuil û Grigny jî piştgiriya mîhrîcanê dikin.

Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê, li banliyoya Grîgny a bi lîstîka ‘’Gul Bê Strî Nabe’’ ya helbestvan Şaliko Bêkes a Teatra Arîn a du sal in di bin banê Tev Çand a Parîsê dewam kir. Koma şanoyê Teatra Arîn, bi lîstika ‘’Gul Bê Strî Nabe’’ ya Şaliko Bêkes cara pêşîn di meha Kanûnê de lîstibû. Şefîq Yildiz, Baran Yilmaz, Piya Çelîk lîstin. Di saet 15.00‘an de li salona Grîgny Sîdney Bechet, derhênera lîstike Samye Tûnç li ser giringiya derketin pêşberî lîstikvanan a lîstika şanoyê di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de axaftinek kir.

Roja duduyan a mîhrîcanê bi lîstika Teatra Arîn a şanogerên ji kevneşopiya şanoyê ya NÇM’ê ya salên 1990‘î di nav de ne bi dawî bû.

BERNAMEYA MÎHRÎCANÊ

Mevanên konsera wê 17‘ê Gulanê di çarçoveya mîhrîcanê de li Montreuîlê bihê lidarxistin hunermendên Tev-Çand’ê ne.

Çalakiya ku komen govendê û koroya Tev-Çand’ê tev lê bibin wê li ber avahiya Şaredariya Montreûîlê bihê lidarxistin.

Piştî pêşangeha Serdar Mûtlû ya bi navê ‘’Dayik û Koç’ a 19‘ê Gulanê wê 20‘ê Gulanê lîstika ‘’Bêrû’’ ya Teatra Jiyana Nû’’ bihê lîstin. 

21‘ê Gulanê piştî konsera li zikakan wê fîlmê ‘’Dema Dirîreşkan’’ ê Haşîm Aydemîr bihê nîşandan.

21‘ê Gulanê Dîwana Dengbêjan e, 25‘ê Gulanê Atolyeya Zarokan, 26‘ê Gulanê wê panel li ser çanda Kurdan bihê lidarxistin.

27‘ê Gulanê li Parîsê xebata fotoyan a bi navê ‘’Rûyên Kurdan’’ a Firat Bertî bihê nîşandan.

Di dawiya mîhrîcanê de wê 28‘ê Gulanê konsereke ku wê Şivan Perwer, Ayfer Duzdaş, Diyar Mehravî û Farqîn Azad tev lê bibin bihê lidarxistin.