Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Meşvanên enternasyonalîst êrîşa polîsên Elman şermezar kirin

Meşvanên enternasyonalîst bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşa polîsên Elman a li ser meşvanên ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê ber bi bajarê Strasboûrg a Fransayê ve ji bo protestokirina Komploya  Navneteweyî ketibûn rê, şermezar kirin.

Enternasyonalîstên ev 2 roj in ji Lûxsemboûrgê ber bi Strasboûrgê ve ketine rê li Thîonveîll êrîşa polîsên Elman a li ser meşvanên Mannheîmê şermezar kirin.

Daxuyanî bi zimanên Îngilîzî, Elmanî û Kurdî hatin kirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Di van roja de ji bo azadiya Rêbertiyê ji 3 bajaran ciwanan dest bi meşa dirêj kirine. Lê serdegirtina polîsan a li ser Weşanxaneya Mezopotamya û MÎR Muzîkê û li gel wê êrîşa polîsan a li ser meşvanên Mannheîmê carekî din Tevgera Azadiya Kurd tê kirmînalîzekirin.

Ev êrîş carekî din hevkariya dewleta Elman û Tirk dide nîşandan. Em mirovên demokratîk û enternasyonalîst piştgirî didin daxwazên bi milyonan Kurdî û berxwedêrên grevên birçîbûnê. Em daxwaza azadkirina Rêber Apo û bidawîkirina qedexeya PKK’ê dikin.”