Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê banga çalakiya 11’ê Hezîranê kir

Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê ji bo çalakiya ku wê roja 11’ê Hezîranê bi şiara “Kurdistanê biparêze” li ber avahiya BBC’yê ya Londonê bikin, bang li welatparêz, demokrat û kesên pêşverû kir ku tev li çalakiyê bibin.

Amadekariyên çalakiya “Li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêze” ku tê plankirin li gelek welatên cîhanê wê 11’ê Hezîranê de di heman wextî de bê kirin, bi dawî bûn. Têkildarî çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û rêxistinên enternasyonalîst wê bê lidarxistin, bi sedan belavok hatin belavkirin.

Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Elîf Sarican têkildarî çalakiyê bangewazî kir û diyar kir ku wê 11’ê Hezîranê roja Şemiyê di saet 13.00’an de li ber avahiya BBC’yê mîtingekê li dar bixin û bi pişt re wê dest bi meşê bikin.

Sarican da zanîn ku wê çalakî li gelek cihên cîhanê di heman wextî de bê kirin û got: “Ji bo roja çalakiya li gelek derên cîhanê, em jî li vir birêxistin dibin. Hem bi gelê Kurd û hem jî bi dostên Kurdistanê re, em ê bibêjin li dijî polîtîkayên şer û dagirkeriyê yên dewleta Tirk Kurdistanê biparêzin. Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd sûcên şer dike û çekên kîmyewî bi kar tîne. Em ê bi çalakiya xwe di heman demê de li dijî sûcên mirovahiyê bertekekê nîşan bidin.”

EM Ê BIBÊJIN ‘ÇEKAN NEFIROŞIN’

Sarican destnîşan kir ku bi taybetî dewletên rojava û yên NATO’yê zû bi zû piştgiriya bi firotina çekan û têkiliyên dîplomatîk û yên bazirganiyê, didin dewleta Tirk bên sekinîn û got: “Em ji Londrayê ji Îngilistanê dixwazin çekan nefiroşe rejîma Tirk. Em ê bang li Îngilistanê bikin ku bi hêza xwe ya dîplomasiyê polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekinîne û bikeve hewila destpêbûna pêvajoyeke çareseriyê ya nû.

KHM’Ê BANG LI PÊKHATEYÊN PÊŞVERÛ KIR

Sarican anî ziman ku li kû dera cîhanê dibe bila bibe wê careke din li dijî şerê bi xwîn û qirêj ê dewleta Tirk ê li hemberî Kurdan tevbigerin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li dijî faşîzma dewleta Tirk a ku li dijî Kurdan sûcên mirovahiyê dike û bi polîtîkayên Kurdistanê di xwînê de kiriye,  hemû welatparêzên pêşverû û her kesê vedixwînin çalakiya 11’ê Hezîranê.”