Malbata Konstantîn ê ku artêşa Tirk ew qetil kir: Em ê hesab bipirsin!

Malbata enternasyonalê Elman Konstantîn ê li Serêkaniyê di Cotmeha 2019'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li Qada Şoreşa Rojava geriya û destnîşan kir ku wê têkoşîna kurê xwe dewam bike.

Şervanê enternasyonal ê Elman Andok Cotkar (Konstantîn) di Cotmeha 2019'an de di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî hate qetilkirin. Malbata Andok Cotkar serdana Qada Şoreşê ya Rojava kir. Malbat li her bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geriya, her qada ku zarokê wan Konstantîn gav bi gav lê têkoşiya bi kêfxweşiyeke mezin geriya. Malbata ku gelê herêmê jî eleqeyeke mezin nîşanî wan da, serdana gelek malbatên şehîdan kir. Komên çand û hunerê jî ji bo malbatê li Pargîn a li qaa Koçerat a bajarê Dêrikê çalakiyek lidar xistin.

Malbata ku di 21'ê Adara 2023'an de li Kobanê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bû, diyar kir ku têkoşîna li vê derê tê meşandin doza ji bo mirovahiyê ye û zarokê wan Şehîd Andok jî ev yek ispat kiriye. Malbatê li her devera ku serdana wê kir, peyama ji bo bilindkirina têkoşîna li dijî polîtîkayên qetilkirinê yên dewleta Tirk û peyamên ji bo hesabpirsînê da.

LI DIJÎ DAÎŞ'Ê TEVLÎ NAVA REFÊN YPG'Ê BÛ

Malbatê di dema serdana Rojava de bi vê metnê peyam da:

"Di roja bîranîna şehîdên enternasyonalîst de ji bo me rûmeteke mezin e ku li pêşberî we diaxivin. Me navê Konstantîn li kurê xwe kir. Ev navê bi Latînî tê wateya 'dewamiyê'. Em qet nefikirî bûn ku kurê me wateya vî navî çiqasî bijî. Di 1'ê Îlona 2016'an Roja Aştiyê ya Cîhanê de zarokê me Konstantîn derbasî Rojava bû. Hîn di hundirê balafirê de bû ji bo me wiha nivîsî bû: 'Ez ê hewl bidim alîkariyê bidim wan mirovan ên li ser sînorê Tirkiyeyê ji ber fîşekan nikarin birevin, yên ku biryar dan bimînin û ji bo vegera yên reviyane ya li cih û warê xwe, ez ê hewl bidim'.

Konstantîn ji bo tevlî nava şerê li dijî DAÎŞ'ê bibe beşdarî nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû. Konstantîn bû Heval Andok Cotkar. Konstantîn ji bo çûyîna şerê li dijî DAÎŞ'ê malbata xwe amade nekiribû, biryara wî ji bo me şoq bû. Andok Cotkar li qada şer weke kedkarekî tenduristiyê xebitî. Şehîd Akad Ashûr, Paûl Doc Heftîel mamosteyên wî bûn. Mixabin Paûl beriya çend hefteyan ji ber nexweşiyê li welatê xwe wefat kir. Andok tevî tabûra xwe li Minbic, Tebqa, Reqa û gelek bajarên din şer kir. Gelek caran birîndar bû, carekê jî bi zorê ji şehadetê rizgar bû. Kurê me, piştî şehadeta hevalên wî hîn bi xurtî li ber dijminên li Rojava rabû. Bi taybetî em şehîdên enternasyonal ên Mîchael Îsrael (Robîn Agirî), Ryan Lock (Berxwedana Gîvara), Nazzareno Tassone (Agir Ararat), Anton Leschek (Zana Ciwan) û Jack Holmes (Şoreş Amanos) bi bîr tînin. Em jî gelekî li ber her hevalekî Andok Cotkar ket ên şehîd bûn. Me gelek wêneyên Andok û hevalên wî dît. Mîna ku me ew nas dikir."

'BI SAYA WÎ ME ROJAVA NAS KIR'

Bi saya zarokê xwe me Rojava nas kir. Me fêhm kir bê gel li vir çawa dijî, di bin dagirkeriya DAÎŞ'ê, çeteyan û zilma dewleta Tirk de êşên bi çi rengî kişandiye. Me dît bê li hemberî her cûre gefê çawa bi îradeya xwe dijî. Me fêhm kir ku Andok Cotkar li şûna ku vala rûnê, ji bo piştgiriya tenduristiyê bide berxwedêran, ji bo li ber neheqiyê rabe, ji bo me serbilind bike çûbû. Piştî ku Tirkiyeyê di Cotmeha 2019'an de careke din êrîşî Rojava kir, andok tevî hevalên xwe tevlî berxwedanê bû. 19'ê Cotmeha 2019'an me agahiya herî nebaş a di jiyana xwe de girt, kurê me şehîd bûbû. Dema ku ew û hevalên wî birîndar bûn, Tirkiyeyê bombe lê barandibû û ew qetil kiribû. Rast e em li ber Konstantîn dikevin, bi hesreta wî ne, lê belê em ji parastina hêja ya gelê Rojava motîve dibin, piştgiriyê werdigirin. Em berxwedana wan fêhm dikin û hurmetê nîşan didin.

GELEK CENAZE HATIN DESTESERKIRIN, KIRYAR WÊ BÊNE DARIZANDIN

Ji ber ku dewleta Tirk dest danî ser cenazeyê wî tirbeke wî nîne. Malbata Hêlîn Qereçox jî di heman rewşê de ye ku Qereçox di 2018'an de li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hate şehîdxistin. Em zanin ku hîn gelek malbatên şehîdan nekarîn cenazeyên zarokên xwe veşêrin. Tirkiye cenazeyên şervanên şehîd kom dike. Divê Tirkiye bi vê zanibe ku dayik û bav ên van zarokan heta hebin wê ji bo avakirina tirba wan têkoşînê dewam bikin. Weke şopdarên Andok ji bo afirandina jiyaneke aram, ewle, serbixwe em ê li Elmanyayê têbikoşin. Berpirsyariya me ye ku em kujerên Konstantîn û hevalên wî darizînin.

Em spasiya te dikin Konstantîn ji ber ku tu bi me re bû. Tu yekî taybet bû, hevalekî baş bû. Tu yê her tim bi me re be. Em spasiya gelê Rojava dikin ji ber ku Andok qebûl kir û ew gelekî kêfxweş kir."