Macron: Em ê desteka xwe ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomînin-NÛ BÛ

Qesra Elysee, têkildarî hevdîtina Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron a li gel şandeya MSD’ê daxuyaniyek da, hate gotin ku wê Macron desteka xwe ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomînin.

Li ser vexwendina Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron, roja Yekşemê şandeya MSD’ê li Parîsê civiyan. Li ser hevdîtinê Qesra Elysee daxuyaniyek da.

Heyeta ku Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Bêrîvan Xalid, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Sivîl a Dêra Zorê Xesan El Yûsif pêk tê, li Qesra Elysee hevdîtin pêk anî. Agahiyên li ser hevdîtinê hatin parvekirin.

Piştî hevdîtinê Qesra Elysee dxuyaniye da û got ku Macron “Li ser aramiya siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriye, ji bo rêveberiyeke giştgîr pêk were, di mijara ku pêwîstî bi xebatê heye” îsrar kir.

Emmanûel Macron cesareta şervanên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di bin kontrola Kurdan de, fedekariya têkoşîna gelê xwecihî ya li dijî DAÎŞ’ê silav kir.

Macron destnîşan kir ku wê Parîs di şerê li dijî ‘terorîzmê’ ya li gel QSD’ê de dewam bike. Macron anî ziman ku Fransa ji roja QSD'ê sala 2017’an Reqa weke qeleya DAÎŞ’ê dihate zanîn kontrol kirin û şûnde, Fransa ji bo herêmê zêdetirî 100 milyon Eûro alîkariyên mirovî kiriye û soza ku wê hê jî bike, da.