Li Elmanyayê ceza dane aktivîstên Sûryan

Dadgeha xwecih a li Augsbûrgê bi hinceta ku alaya Aramiyên Komunîst ên Mezopotamyayî hildane cezayê pereyan da 2 aktivîstên Sûryan.

Bi hinceta ku di çalakiya 1'ê Gulanê de par alayên rêxistina Aramiyên Komunîst ên Mezotamyayê hildabûn li ser 2 aktivîsên Sûryan lêpirsîn dest pê kiribû. Bi hinceta ku 'yasaya komeleyan' binpê kirine lêpirsîna ku çûyî ber destê Dadgeha Îdarî ya Aûgsbûrgê bi encam bû.

Dadgehê diyar kir Aramiyên Komunîst ên Mezotamyayê ji hêla saziya îstîxbarata navxwe ya Rêxistinina Parastina Destûrê ve tê şopandin, diyar kir rakirina alaya rêxistina navborî 'sûc' e, cezayê pereyan li du aktivîstan birî. Her yekê 1600 Euro li mêrekî 31 salî û jineke 25 salî hate birîn. Aktivîstan li dijî cezayê serî li dadgeha bilind dan.