Li Zurîhê serdana çapemeniyê hate kirin

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê serdana dezgehên çapemeniyê hate kirin.

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo protesrokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dayî destpêkirin serdana rojnameyên Tages Anzeîger û 20 Mînûten hate kirin.

Di hevdîtina navbera aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Azad a li gel rojnameya Tages Anzeîger û 20 Mînûteg hate kirin de li ser rewşa krîtîk a tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê agahî hatin dayîn.

Piştî ku nûnerên rojnameyê anî ziman ku wê tecrîd û grevên birçîbûnê bixin rojeva xwe û şûnde 3 dosyayên cuda yên hatibûn amadekirin radestî nûneran hatin kirin.