Li Zanîngeha Vaihingenê çalakiya bêîteatiya sivîl

Ciwanên Kurd li Zanîngeha Vaihingenê ketin hundirê dersxaneyê û ji xwendekaran re qala sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê kirin.

Ciwanên Kurd ji bo balê bikişînin ser sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, li Zanîngeha Vaihingenê ya li Stuttgartê çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.

Ciwan di dema dersê de ketin hundirê dersxaneyê, pankarta bi nivîsa "Êrîşên bi çekên kîmyewî yên li ser gelê Kurd rawestînin" hildan, daxuyhanî dan û belavok li xwendekaran belav kirin.

Ciwanan di daxuyaniyê de gotin, "Dewleta Tirk li Bakurê Iraqê, li Başûrê Kurdistanê her roj gazên bi jehr li hemberî gerîlayên Kurd bi kar tîne, li Rojava û Şengalê her roj bombeyan li cih û warê sivîlan dibarîne. Ciwanên di emrê me de ne ku ji bo azadiya jinê, demokrasî û ekolojiyê dixebitin, bi rengekî bêrehm têne kuştin. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ji şopandina çekên kîmyewî û îmhakirina van çekan berpirsyar e." Ciwanan bi dewamî gotin, "Li dijî hevkariya li vî sûcê dewletê, divê em piştevaniya xwe nîşan bidin. Jin, ciwan, xwendekar divê bikevin bin bar."

Ciwanan çalakiya xwe bi qîrîna dirûşman bi dawî kirin.