Li Zanîngeha Kolnê êrîşên dagirkeriyê hat protestokirin

Endamên Jinên Xwendkar ên Kurdistanê (JXK) yên Aachenê û komek jinên ciwan ên enternasyonalîst a li Kolnê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.

Endamên Jinên Xwendkar ên Kurdistanê (JXK) yên Aachenê û komek jinên ciwan ên enternasyonalîst a li Kolnê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. Ciwan, ketin du dersên li Zanîngeha Kolnê û danezan belav kirin û li ser rewşa çar aliyên Kurdistanê axavtin kirin. Aktîvîstan bal kişandin bi ser êrîşên dewleta Tirk û Îranê.

Di dersan de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî’’ hatin berzkirin. Profesorek got ku bi çalakiyê kêxweş bûye û mijar gelek giring e.

Di dawiya çalakiyê de xwendkaran peyamên ji bo piştevaniyê dan.