Li Yewnanistanê Meşa Dirêj dest pê kir

Li Yewnanstanê, li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê Meşa Dirêj a ji bo 3 rojan dest pê kir.

Li bajarê Lavrîo yê li başûrê rojhilat ê paytexta Yewnanistan Atînayê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibatê de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, meşeke dirêj dest pê kir. Meşê sê rojan dewam bike. Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşma "Azadî ji Rêber Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" saet di 10:00 de li Kampa Lavrîoyê dest pê kir.

Ji çar parçeyên Kurdistanê 70 ciwan tevlî meşê bûn. Di meşê de posterên Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan. Meşvan dirûşmên bi Yewnanî, Kurdî û Tirkî diqîrin. Penaberên li Lavrîoyê û şêniyên bajarê Lavrîoyê heta derketina ji bajêr bi çalakgeran re meşiyan.

Meş wê li navenda bajarê Atînayê di 15'ê Sibatê de bi dawî bibe. Piştre saet di 15:00 de ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Atînayê ve meşeke girseyî bê kirin.