Li Yewnanistanê li dijî êrîşên kîmyewî standek hate vekirin

Li bajarê Selanîkê yê Yewnanistanê Kurdistaniyan li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk standek vekirin.

Li dijî êrîş û dagirkeriya ku dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, li Yewnanistanê jî ciwanên Kurd çalakiyên xwe didomînin.  Ciwanan li Selanîkê, ji bo teşhîrkirina bikaranîna çekên kîmyewî dest bi çalakiya standê ya ji bo 5 rojan û berhevkirina îmzeyan kirin. Li Qada Kamarayê belavokên bi zimanên Yewnanî û Îngilîzî yên sûcên şer ên dewleta Tirk eşkere dikin, belav kirin.

Çalakiya ku bi pêşengiya TCŞ'ê û Navenda Çanda Kurd hat destpêkirin, ji aliyê gelê Selanîkê ve rastî eleqeyeke mezin hat. Çalakî wê 5 rojan dewam bike. Çalakiya ciwanan bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana PKK’ê", "Bijî Berxwedana gerîla", "Tirkiyeya kujer" û “Erdoganê kujer"  didome.