Li Yekîtiya Ewropayê hilberîna enerjiya paqij li pêş e

Di dîroka Yekîtiya Ewropayê de, hilberîna enerjiya dikare ji nû ve bê bikaranîn, yekemcar îsal hilberîna enerjiya fosîlê li pey xwe hişt. Belavbûna gaza Co2 jî di asta yek ji pênc paran de kêm bû.

Yekîtiya Ewropa di têkoşîna dijî germahiya global de rola 'pêşengiyê' li xwe dike. Yekîtiya Ewropa heta niha dihate rexnekirin ku ji bo vê armancê gavên pratîkî yên cidî neavêtiye. Lê belê zêdebûna hilberîna enerjiya paqij (enerjiya ji nû ve dikare bê bikaranîn) li Yekîtiya Ewropayê balê dikişîne.

Li gorî analîzên dawî yên ji aliyê saziya fikrî ya bi navê Ember ve hatiye kirin, li 27 welatên Yekîtiya Ewropayê hilberîna enerjiya nûbikarhêner yekemcar ji hilberîna enerjiya fosîlê derbas kir. Analîz li gorî daneyên şîrketên welatan ên elektrîkê belav dikin hate amadekirin. Di çaryeka destpêkê ya vê salê de li Yekîtiya Ewropayê 40 ji sedî yê elektrîka hate hilberandin ji çavkaniyên enerjiya paqij bû. Hilberîna enerjiya fosîlê ya komir an jî petrolê ku atmosferê gemarî dike daket asta 34 ji sedî.

BI RÊJEYA 23 JI SEDÎ BELAVKIRINA KARBONDÎOKSÎTÊ KÊM BÛ

Bi kêmbûna lêçûnên li hilberîna enerjiya ji rojê û zêdebûna enerjiya ji ba re para enerjiya ji nû ve dikare bê bikaranîn, zêde bû.

Di çaryeka destpêkê ya vê salê de belavkirina gaza CO2 a ji ber hilberîna elektrîkê li gorî heman dema sala derbasbûyî bi rêjeya 23 ji sedî kêm bû.

BI SAYA SANTRALÊN NÛ Û ŞERT Û MERCÊN HEWAYÊ

Li gorî analîzê, hilberîna elektrîka ji enerjiya paqij li gorî heman dema sala derbasbûyî bi rêjeya 11 ji sedî zêde bû. Hilberîna elektrîkê ya ji ba jî bi rêjeya 11 ji sedî zêde bû. Hilberîna elektrîkê ji panelên rojê gihîşt asta 16 ji sedî. Tê gotin ku hem ji ber zêdebûna santralên hilberîna enerjiya paqij hem jî ji ber xurtbûna ba û tîrêjên rojê, para hilberîna enerjiya paqij zêde bûye.

HILBERÎNA ELEKTRÎKA JI KOMIRÊ BI YEK JI SÊ PARAN KÊM BÛ

Kêmbûna elektrîka ku ji komirê tên hilberandin gelekî girîng e. Elektrîka ku ji santralên komirê tê hilberandin li gorî heman dema sala derbasbûyî bi rêjeya 32 ji sedî kêm bû. Ev yek jî tenê 12 ji sedî yê pêwîstiya tevahiya Yekîtiya Ewropayê ya ji elektrîkê ye.

Li gorî analîzê, li Elmanyayê hilberandina elektrîkê ji komirê bi rêjeya 39 ji sedî kêm bû û para enerjiya paqij gihîşt 42 ji sedî. Bi vî rengî di vê mijarê de yekemcar derbasî rêza destpêkê bû.