Li Wûppertalê tecrîd hate protestokirin
Li bajarê Wûppertal a Elmanyayê bi pêşengiya komeleya Mizgefta Ehmedê Xanî, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan hate protestokirin.
Li bajarê Wûppertal a Elmanyayê bi pêşengiya komeleya Mizgefta Ehmedê Xanî, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan hate protestokirin.
Bi çalakiyekê li Wûppeltal a Elmanyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê pêkanîn, hate protestokirin.
Çalakiya ku bal kişandî li ser greva birçîbûnê ya bêdawî û bi dorveger a li girtîgehan, di seat 17:00’an de destpê kir.
Komeleya Dostane ya Kurd Elman a Wûppertal û Meclîsa Jinan a Viyan jî tevlî çalakiyê bûn.
Çalakî piştî xwendina belavokan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.