Li Viyanayê resepsyona Newrozê: Kurd wê bi ser bikevin

Kesên tevlî resepsyona Newrozê ya li paytext Viyanayê hate lidarxistin bûn, anî ziman ku ji bo aramî û demokrasiyê divê destek bê dayîna Kurdan.

Li paytexta Avûsûtrya Viyanayê resepsyona Newrozê hate lidarxistin.

Resepsyona li Salona Şaredariya Viyanayê hate kirin, siyasetmedar, dîplomat, rojnamevan û nûnerên saziyên olî û akademîsyen jî di nav de gelek kes amade bûn. Serokkomarê Avûstûrya yê Dema berê Heînz Fîscher û Parlementerê Partiya Demokrat a Soyal a Avûstûryayê û ji bo hilijartina Parlementoya Awropayê weke namzet hate nîşandan Andreas Schîeder jî tevlî resepsyonê bû.

SCHÎEDER: KURD JI BO HEMÛ GELAN ŞER KIR

Schîeder destnîşan kir ku Kurdan li dijî DAÎŞ’ê ji bo hemû gelan têkoşîn kir û got: “Divê em bifikirin ku eger Kurd nebûna wê ev dijminê mirovahiyê çi bikira, li gorî wê nêzîkî Kurdan bibin.”

Schîeder ji bo Rojhilatekî Navîn a aramî û demokrasî lê pêk were, divê em cih li gel Kurdan bigirin û têkoşîna wan destek bikin.”

FÎSCHER: BAWERIYA MIN HEYE KU WÊ KURD SERBIKEVIN

Serokkomarê berê Heînz Fîscher jî got: “Baweriya min heye ku ew ê têkoşîna demokrasyê ya Kurdan serbikeve. Kurdan di paşerojê de jî weke roja me êşên giran jiyan lê di encama berxwedanê de gelek destkeftî bidestxistin. Piştevaniya bi Kurdan re weke erkekê dibînim.

KOÇ: ERDOGAN GEFÊ LI HER KESÊ DIXWE

Piştre Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç jî axivî û got: “Li çar parçeyên cîhanê hembûna bi mîlyonan dostên me ji bo me hêviye. Divê piştevanî bi têkoşîna Kurdan a li dijî faşîzma Tirk re were kirin. Erdogan gef li hemû mirovahiyê dixwe. Ji bo vê jî erka her kesê ye ku li dijî faşîzma Erdogan têbikoşin.”

Piştî axaftinan li ber stranan govend hate gerandin.

Sefîrê Fransayê Françoîs Saînt Paûl, ji Sefaretxaneya Emerîkayê Elîsabeth Rosenstock, oldarê Yaûdî Gad Fîschmann jî di nava kesên beşdarî resepsiyona Newrozê de cih digirtin.