Li Viyanaê Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn

Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn.

Bîranîna ku li paytexta Ewûstûrya Viyanayê li qada Stephansplatz a Dêra Domê bi pêşengiya Navenda Çanda Elewiyan a Ewûstûryayê pêk hatî de, di kesayetiya Seyîd Riza de ji bo şehîdên Terteleya Dersimê rêz hat girtin.

Di bîranînê de posterên Seyîd Riza û hevalên wî yên di Tertelê de hatî şehîdkirin hatin rakirin û axaftin hatin kirin.

Serhat Mûnzûr ê li ser navê Navenda Çanda Ewûstûryayê axivî û gotinên Seyîd Riza ku gotibû “Min bi hîle û derewên we re serî dernanî, ev ji min re bû derd. We jî nekarî li min çong li min bidin erdê, bila ew jî ji we re bibe derd” bibîr xist û bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk li Dersim û tevahiya Kurdistanê pêk anî.

Nûnerên Navenda Çanda Elewiyan a Ewûstûrayê û berdevkê saziyên din ên sivîl diyar kirin ku divê hêzên navneteweyî di platformên navneteweyî de komkujiya Dersimê nas bikin û zextan li Tirkiyê bikin ku belgehên di derbarê komkujiyê de parve bike.