BI DÎMEN

Li Torontoyê ji bo şehîd Bêrîtan Şemsê şîn

Bajarê Toronto yê Kanadayê ji bo Bêrîtan Şemsê ya ku li Zapê şehîd bû, şîn hate danîn. Di merasîma sersaxiyê de wiha hate gotin, "Divê em bibin yek û li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin."

LI TORONTOYÊ ŞEHÎD BÊRÎTAN ŞEMSÊ HAT BÎRANÎN

Ji bo Bêrîtan Şemsê (Zeynep Yakut) a 9’ê Adarê li Zapê şehîd bû, li bajarê Toronto yê Kanadayê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin.

Malbata Şehîd Bêrîtan a li Torontoyê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê sersaxî qebûl kir.

Ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştre sînevîzyona ji bo şehîd Bêrîtan Şemsê hatibû amadekirin, hate temaşekirin.

Piştre li ser navê malbatê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn û wiha hate gotin: “Her darek li Kurdistanê bi xwîna şehîdan tê avdan. Tişta herî zehmet ew e ku em hestên xwe yên li ser şehîdan bînin ziman. Em soza xwe ya bi wan re dubare dikin û ji hemû gelê Kurdistanê û Rêber Apo re sersaxiyê dixwazin.”

Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Torontoyê axaftin hate kirin û êrîşên nû yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şermezarkirin û wiha hat gotin, "Divê em bibin yek û berxwedaneke mezin li dijî xiyaneta PDK'ê pêk bînin. Em jî weke gelê Kurd ê li Torontoyê dijîn banga berxwedan û xwedîderketinê dikin."

Hevserokên komelê jî axivîn û wiha gotin: “Wek em hemû jî dizanin, Tevgera Azadiya Kurdistanê partiyeka şehîdan e. Dema şehadetek çêdibe, gotina ‘Serê malbata şehîd sax be’ têrê nake. Divê em bibin bersiva şehîdên xwe, hesret û xeyalên wan pêk bînin. Her şehîd xwe ji bo azadiya Kurdistanê feda dike. Divê em bi zanîna bi vê giringiyê tev bigerin. Ciwanên Kurdan ji bo gel ku bi awayekê bi rûmet bijî, li dijî teknîkê bi her awayî şer dikin. Belê îro em xemgîn in, lê belê em bi şehîdê xwe serbilind in û em soz didin, em Kurdistanê azad bikin ku xeyalê hemû şehîdan e.

Îro ev têkoşîn ji hêla gerîlayên têkoşîna ‘Rêberê azad, Kurdistana azad’ ve tê meşandin. Divê em barê têkoşînê li ser gerîlayan tenê nehêlin û nabe ku em bihêlin. Ji ber vê yekê kesên ji xwe re dibêjin ez welatparêz im, li ku derê dibin bila bibin cihê xwe di nava vê têkoşînê de divê bigirin.

Em careke din şehîdên xwe bi rêzdarî bîr tînin û soz didin ku mîrateya wan a têkoşînê dewam bikin. Serê gelê Kurdistanê sax be.”

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bijî Berxwedana Zapê” bi dawî bû.