Li Swêdê şoreşa Rojava hate pîrozkirin

Li bajarên Fosbacka û Malmoyê yê Swêdê Kurdan û dostên wan salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin.

Kurdistanî û dostên wan yên li Swêdê dijîn, li du bajaran Fosbacka û Malmoyê 7’emîn Şoreşa Rojava bi coş pîroz kirin.

 

Di pîrozbahiya şahiya li bajarokê Fosbacka ku nêzîkî Gavlê ye, hevserokê têkiliyên giştî yê MSD Cîhad Omer beşdar bû û axivî. Omer got: “Heger em rihê 14 Tîrmehê fam nekin, em nikarin ew rihê destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê jî fam bikin. Pêwîst e em ji bîr nekin ku ev şoreş li ser bingehê felsefeya biratiya gelan û netewa demokratîk bi rê ve çû. Her ji gava yekem ve germahî û tîna xwe da tevayî Rojava û me bi vê şoreşê ne tenê Rojava, çanda biratiya gelan, şoreşa gelan û rihê netewayetî ya demokratîk ji nû ve vejand. Ev şoreş di heman demê de şoreşeke mezin ya zihnî bû, îro cihan vê modelê ji xwe re wek mînak dibînin, li universiteyan ders û semîneran li ser didin. Ji sala 2012'an ve em bê dewlet dijîn, em têdikoşin û roj bi roj mezintir dibin.”


MALMO

Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyan dest pê kir. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a herêma Skåne Ferman Sîverek axivî. Siwêrek got “Ev şoreş bûye cihê şanazî û serbilindî ji bo tevayî cîhana enternasyonalîstan. Wekî em dizanin, bi dehan ciwanên enternasyonalîst di vê şoreşa pîroz de canê xwe dan û li rex Kurdan têdikoşin. Ev ji bo me serbilindî ye. Berdêlên pir giran hatin dayîn, lê tu şoreş bêyî berdêl naçe serî.”


Şahiya li bajarê Malmo jî heya bi derengiya şevê bi şahî û govenda li ber stranên hunermendan domiya.