Li Swêdê jinên Asûr derbarê qirkirina sala 1915’an konferans dan
Federasyona Jinên Asûr ji ber salvegera 10’emîn a ku Parlementoya Swêdê qirkirin qebûl kiriye, li Stockholmê li ser qirkirina 1915’an konferansek li dar xist.
Federasyona Jinên Asûr ji ber salvegera 10’emîn a ku Parlementoya Swêdê qirkirin qebûl kiriye, li Stockholmê li ser qirkirina 1915’an konferansek li dar xist.
Profesor Davîd Gaûnt, parlementerê berê yê Partiya Çep Mûrad Artîn, nivîskar Ragip Zarakolû, xizmên cangoriyên qirkirinê Berolîn Denîz, Nûnerê Rêxistina Demokratîk a Asûr Saît Yildiz û gelek kes beşdar bûn. Di konferansê de belgefîlma li ser qirkirinê hate temaşekirin.
Parlementerê Partiya Keskan ê Swêdê yê li Parlementoya Ewropayê Bodil Valero di konferansê de axivî û diyar kir ku ji xeynî qirkirina li ser Asûr, Siryan û Ermenan li ser gelên din jî qirkirin hatiye kirin û got ku “Tişta herî xerab jî ev e ku yên hatine qirkirin, dijmin wan înkar dike. Heke qirkirin werin înkarkirin wê di demên pêş de, komên din jî werin qirkirin. Tişta herî girîng ev e ku divê qirkirin were qebûlkirin.”
SEYFO CENTER: GELÊ ASÛR Û SIRYAN TRAVMAYEKE VEŞARTÎ DIJÎN
Serokê Seyfo Centerê Fehmî Barkarmo jî diyar kir ku bandora qirkirina sala 1915’an didome û got ku “Gelê Asûr û Siryan travmayeke veşartî dijîn. Ev tişt bandorê li ser jiyana me dike. Barkarmo got ku “Piştî ku Tirkiye qirkirinê qebûl bike, em ê ji wan tazmînata maddî bixwazin. Divê mal û milkên me li me werin vegerandin û em ê doza Asûr û Siryanan têxin rojeva raya giştî ya navneteweyî.
Parlementerê berê yê Partiya Çep û endamê meclîsa Orebroyê jî got ku “Têkoşîna qebûlkirina qirkirinê, têkoşîna edalet, hevgirtin û mafên mirovan e. Di vê qirkirinê de nîv milyon Siryan hatin qetilkirin. Bi sed hezaran Siryan sirgunî Sûriye û Lubnanê hatin kirin.”
Nivîskar û rojnameger Ragip Zarakolû jî diyar kir ku cara pêşîn di sala 1948’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî gotina qirkirinê hatiye kirin û got ku “Ji ber ku di wan salan de dewleta Tirk qirkirin red dikir. Di heman demê de cihê şermê ye ku DYE û Îngîltere qirkirin qebûl nekirine. Ji ber ku raporên pêşîn çûn ji Îngîltereyê.”
Zarakolû bal kişand ser vî tiştî ku 104 sal ji ser qirkirinê derbas bûye û kesên ji ber qirkirinê rizgar bûne jî li Sûriyeyê bûne hedefên çeteyên wekî DAÎŞ’ê.
Doçentê Dîroka Olê Svante Lûndgren jî diyar kir ku li gorî zanyaran di qirkirina sala 1915’an de 300 hezar Asûr û Siryan hatine qetilkirin.