Li Swêdê êrîşa li ser Şengalê hat şermezarkirin

Di çarçoveya banga KCDK-E’yê de Kurdistaniyên bajarê Uppsala ya Swêdê êrişên dewleta Tirk ya li ser Şengalê şermezar kirin.

Nerazîbûnên gelê Kurd û civaka Êzidî yên li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk a li ser Şengalê, di çarçoveya banga KCDK-E’yê li her çar aliyê cîhanê berfireh dibe. Îro Kurdistaniyên li bajarê Uppsala ya Swêdê bi heman armancê çalakiyek lidarxistin û êrişa dewleta Tirk şermezar kirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Qatil Erdogan” û “Destê xwe ji xwîna Kurdan bikişînin” hatin berzkirin.