Li Swêdê berxwedana li dijî yekdestên madenan mezin dibe

Li Swêdê berxwedana li dijî yekdestên madenan berbelav dibe. Li yasaya nû ya kanan de yên ku herî pir ziyan tê ser wan Samî û gel û cotkarên derdorên başûr in.

Li Swêdê li dijî hewldanên kuştina sirûştê ya bi destê yekdestên xwecih û navnetewî berxwedan berbelav dibe. Li dijî yekdestên ku hewl didin kanên madenan vekin û li dijî hikûmeta Swêde ku destê dide wan helwest zêde dibin.

Gelê ku li wan jîgehan ku plansaziya wê tê kirin kanên madenê lê werin vekirin, dijîn, têne cem hev û rêxistinî dibin. Civînan û konferansan dikin. Çalakiyên protestoyî dikin û ji bo ku kan neyên vekirin barîkatan datînin.

Hikûmeta koalîsyona ku çar partiyên rastgir 2013'an di nav de cih digirin, yasaya ku lêgerîna kanan a bi destê yekdestên madenên ên navnetewî,  hêsanî dike, hate sazkarkirin. Bi yasayê ku hatiye qebûlkirin  armanc ew e ku  Swêdê di sinayiya madean de bibe welatekî lîder.

Ji Destûra Madenê ya Nû herî pir herî pir Samî û gele herêma li başûrê Swêdê û cotkar ziyanê dibînin.

Hikûmet û sazî dibêjin kanên nû yên madenan ji bo gelê herêmê wê derfeta kar çêbike û rewşa wan a aborî baş bike. Samî jî kanên madê li dijî hebûna xwe çandî û mayina xwe de mîna gefekê dibînin. Dibêjin wê ziyanê bidin geyikên ren û masîgeriyê û ji bo vê jî naxwzin ku kanên madenan werin vekirin.

Berxwedana herî domdar li Kallakê ya rojavayê Jokkmokkê ku bajariyê Samî ye, didome. Samî ji bo hewldana derxistina gewherê hesin asteng bikin xwepêşandanan dikin û barîkatan datînin. Samî yên ku mafên îtîrazê yên yasayî bi kar tînin niha li bendê ku hikûmet biryarê bide.