Li Strasboûrgê roja 95’emîn: Bijîşkên Fransiz bi fikar in

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo rakirina tecrîdê 14 çalakger 95 roj in di greva birçîbûnê de ne. Bijîşkên Fransiz hatin serdana çalakgeran û diyar kirin ku ew ji ber rewşa çalakgeran bi fikar in.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 14 çalakger 95 roj in di greva birçîbûnê de ne.

BIJÎŞKÊN SERWÎSA TAYBET HATIN SERDANA ÇALAKGERAN

Di roja 95’an de saziya tendirustiyê ya bajarê Bas-Rhînê SAMÛ-67 hatin serdana çalakgeran. Du bijîşkên pispor û peywirdarkeî reanînamasyonê nêzî 2 saetan xwest çalakgeran mûayene bike. Di dema serdanê de Dr. Fahrettîn Gulşen jî amade bû.

Ekîba tendirustiyê ya Fransiz xwestin rewşa çalakgeran fêm bikin lê çalakgeran diyar kirin ku ew tedawiyê qebûl nakin. Çalakgeran ji bijîşkan xwestin ku tişta ji bo wan herî girîng ev e ku daxwazên wan têkevin rojeva rayedaran, ji ber vê jî ew bi tu awayî mudaxeleyê qebûl nakin.

Bijîşkan diyar kirin ku rayedarên li ser wan ji wan xwestine ku ew biçin çalakgeran mûayene bikin û çalakgeran mûayene qebûl nekirine.

Bijîşkan diyar kirin ku çalakger 95 roj in di çalakiyê de ne û ji ber vê jî bedena wan heliyaye û ew ji ber tendirustiya çalakgeran bi fikar in.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 çalakgerên bi navê Dîlek Ocalan, Gulistan Îke, Nûrgul Başaran, Yuksel Koç, Mûstafa Sarikaya, Mehmet Nîmet Sevîm, Egît Ûral, Ayvaz Ece, Ramazan Îmîr, Kardo Bokanî, Mohamad Ghaderî, Denîz Surgut, Kerem Solhan û Ekrem Yapici ji 17’ê Kanûna 2018’an û vir ve li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ne.