Li Strasboûrgê roja 59’an: Divê li dijî tecrîdê çalakiyên topyekun werin kirin
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrgê di roja 59’an de didome. Çalakger Mehmet Nîmet Sevîm got divê gelê Kurd di nava çalakiyên topyekun de be.
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrgê di roja 59’an de didome. Çalakger Mehmet Nîmet Sevîm got divê gelê Kurd di nava çalakiyên topyekun de be.
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 59’an de bi biryardarî didome.
Li welatên cûda yên Ewropa çalakiyên piştgirîdayîna grevên birçîbûnê hemwext didomin û serdanên welatparêz û nûnerên saziyan ji bo çalakgerên Strasboûrgê jî didomin. Îro komên ji paytexta Fransa Parîsê û paytexta Belçîka Brukselê hatin serdana çalakgeran kirin.
Li aliyê din ji bajarên Elmanya Dortmûnd, Gîessen û bajarên din gelek Kurdistaniyan serdana çalakgeran kirin. Endamên koma Le lo ya Swîsreyê jî serdana çalakgeran kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.
‘JI BO SERKETINÊ DIVÊ DI RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWÎ DE BIHESTIYARBÛN ÇÊBIBE’
Ji çalakgeran Mehmet Nîmet Sevîm ji bo serketinê qala girîngiya piştgiriya gel kir û got; “Lê eger bêdeng bibin û ya herî girîng di raya giştî ya navneteweyî de qasî tê xwestin bihestiyarbûn çênebe wê serketin nebe.”
BANG LI GELÊ KURDISTANÊ HATE KIRIN
Mehmet Nîmet Sevîm diyar kir ku baweriya wan bi serketinê heye û wiha got; “Ji bo vê jî divê yekîtiya me hebe. Divê gelê Kurd nerazîbûnên xwe nîşan bidin. AKP dixwaze bi Kurdên berjewendîparêz û îxanetkar re têkoşînê têk bibe.”
Çalakger Sevîm diyar kir ku rêveberiya faşîst dixwaze tecrîdê kûrtir bike.