Li Strasboûrgê roja 58'an: Komunîst hatin serdanê
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete roja 58'an, endamên Partiya Komunîst a Fransayê serdana çalakgeran kirin.
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete roja 58'an, endamên Partiya Komunîst a Fransayê serdana çalakgeran kirin.
Greva birçîbûnê ya ji 14 kesan pêk tê ya li Starsboûrgê, ku di nav çalakgeran de akademîsyen, siyasetmedar, nûçegihan û aktîvîst hene, li gel nexweşiyên giran ên çalakgeran jî bi biryardarî ev 58 roj in didome.
Ji destpêka çalakiyê ve Kurd û dostên wan ên li Ewropayê serdana greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dikin.
ŞANDEYA PARTIYA KOMUNÎST A FRANNSAYÊ DESTEK DA
Îro komeke ji Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ya ji rêveberiya bajarê Vald d'Oîse (95) serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kirin.
Alvaro Pasual ê ku di nav komê de bû, got, ew bi têkoşîna Kurdan şanaz in, Partiya Komunîst a Fransayê li cem Kurdan e, diyar kir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke giran e û li dijî Peymana Mafê Mirovan e ku Tirkiye jî mohra xwe li ser daniye. Paqual diyar kir, ji bo ku daxwaza çalakgeran bi cih were tişta ku ji dest wan tê ew ê bikin.
'SEDEMA BÊDENGIYÊ TÊKILIYÊN BAZIRGANIYE NE'
Jean-Pîerre Hennebelle jî, ku di nav komê de bû, got ev çalakî ji bo wan girîng û watedar e.
Henebelle diyar kir medyaya Fransiz û Ewropa cih nade vê çalakiyê, sedema sereke ya vê bêdengiyê bazirganiya di navbeyna Tirkiyê û Fransayê de ye.
Hennebelle got Partiya Komunîst hewl dide ku çalakiyê bi raya giştî bide bihîstin û ji bo ku bêdengiya çapemeniyê bişkînin ew ê hewl bidin.
'HEMÛ KESÊ XWEDÎ WIJDAN DIVÊ LI DIJÎ SÛCÊ MIROVAHIYÊ DENG DERXÎN'
Yek ji çalakgeran, Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç diyar kir ew ji serdanê kêfxweş in û serdana wan moral daye wan. Koç diyar kir li gel ku moralê wan pir baş e jî rewşa wan a tendiristiyê her roja ku diçe xirabtir dibe û got, ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd were şikandin ew çalakiyê dikin.
Koç diyar kir tecrîd di serî de li ser gelê Kurd li dijî gelên Rojhilata Navîn hatiye danîn, ku dixwazin bi aştî û azadî bi hev re bijîn û her wiha diyar kir ji bo ku wijdanên bêdeng tevbigerînin wan ev çalakî kirin û bang li mirovên xwedî wijdan kir ku li dijî sûcê mirovahiyê yên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin. Koç diyar kir tenê ku daxwaza wan bi cih were wê dawî li çalakiya xwe bînin.
'WÊ RÛPELEKE ŞERMÊ LI DÎROKA FRANSAYÊ ZÊDE BIBE'
Çalakger Kerem Solhan jî ji koma serdanan pirsî bê ka wan serdana Kurdistanê kirine yan na û dema ku komê got ew neçûne Kurdistanê, Solhan ji wan xwest ku biçine Kurdistanê û mazûvaniya Kurdan bibînin.
Solhan diyar kir bêdengiya hikûmeta Fransayê nikare wre qebûlkirin, ji komê xwest, ji bo ku dengê wan were bihistin bang li gelê Fransayê bikin, xebatan bikin. Solhan her wiha got ew di çalakiya xwe de biryardar in û li gel hemû bêdengiyê jî ew ê tecrîdê bişkînin.
Solhan diyar kir ji bo ku çalakiya wan bi ser bikeve wan mirîn jî aniya ber çavan û got, ''Heke tecrîd hate şikandin û ji vir em hevalekî xwe ji dest bidin, ev ê rûpeleke birûmet li dîroka Kurdan zêde bike û rûpele bi şermê wê li dîroka Fransayê zêde bibe.''