Li Strasboûrgê roja 57’emîn: Tendirustiya çalakgeran çawa ye?

Li Strasboûrgê 57 roj in greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger didome. Bijîşk Fahrettîn Gulşen ji serê çalakiya greva birçîbûnê, bi tendirustiya çalakgeran re eleqedar dibe. Gulşen derbarê tendirustiya çalakgeran agahî da.

Bijîşk Fahrettîn Gulşen diyar kir ku çalakgeran kîlo kêm kirine û got ku, “Di peymanên hiqûqî yên navneteweyî de grevên birçîbûnê, awayekî çalakiyan e û ji ber vê jî ev çalakî gelekî pîroz in. Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) ji bijîşkan re dibêje ‘Dema ku hûn çûn kontrola tendirustiya çalakgerên grevên birçîbûnê, divê hûn hurmetê nîşanî daxwazên çalakgeran bidin’ Ji ber vê jî dema çalakger tedawiyê red bikin, em nikarin mudaxeleyî çalakgeran bikin.”

NEXWEŞÎN PIŞTÎ HEFTEYA 4’AN DERKETE HOLÊ

Bijîşk Fahrettîn Gulşen diyar kir ku piştî mehekê êdî nexweşiyên çalakgeran derketiye holê û got ku, “Ev nexweşînên wekî serêş, zikêş, ketina tansiyonê, zêdebûna tansiyonê û bêxewî ne. Çalakger Yuksel Koç sînga wî diêşe, nikare hilmê bistîne û pişika wî nikare oksîjenê bikişîne; çalakger Kerem Solhan jî zikêşa wî zêde bûye û çalakger Gulistan Çiya Îke jî ji ber nexweşiyên kardiyakê rakirine nexweşxaneyê. Lê çalakger tedawiyê red dikin û greva birçîbûnê didomînin. Li ba hemû çalakgeran nexweşiyên wekî serêş, zikêş, mehdxelîn, êşên norolojîk û êşên hestiyan dest pê kiriye. Ji ber vê jî divê her kes peywira xwe bi cih bîne û daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê werin bicihanîn.”