Li Strasboûrgê roja 42’emîn: Berxwedan ew ê bi ser bikeve
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger a li Strasobûrgê di roja 42’emîn de didome.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger a li Strasobûrgê di roja 42’emîn de didome.
Greva birçîbûnê ya ku Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, parlementera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan û akademîsyen Kadro Bokanî jî di nav de ye bi tevlêbûna 14 kesan didome.
Nûnerên civata Êzidî, HDK û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) jî di nav de rêveberên gelek saziyan û welatparêz hatin serdana çalakiyê. Serokê Partiya Îslamî ya Kurdistanê Hîkmet Serbilind û civaknas Kadîr Amaç jî hatin serdanê.
Komeke ku endamên Yekîtiya Êzidiyan a Aachen-Verdenê ye hatin serdana çalakgeran. Li ser navê komê Cemal Cemal got ku “Em Leyla Guven di serî de, hemû çalakgeran silav dikin û em jî parçeyekî vê berxwedanê ne. Tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîdkirina gelê Kurd.”
Li ser navê Jinên Ciwan ên Azad Canê Kobanê jî diyar kir ku çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, têkoşîna jinên Kurd e.
KOMELEYA BAZARCIXÊ PIŞTGIRÎ DA
Yek ji Pîrê Komeleya Bazarcixê Huseyîn Bîldîk jî diyar kir ku têkoşîna Leyla Guven wate daye têkoşîna ku Kemal Pîr û Hayrî Dûrmûş li Zindana Amedê dabûn destpêkirin.
Li ser navê HDK-Elmanyayê Alî Mîtel jî diyar kir ku divê grevên birçîbûnê wekî eniyeke berxwedanê werin destgirtin û bi şikandina tecrîdê re ew ê li Tirkiyeyê kanalên demokratîk were vekirin.