Li Strasboûrgê roja 140’emîn: Tu tişt nikare li pêşiya vê îradeyê bisekine

Berxwedana li Strasboûrgê di roja 140’an de didome. Çalakger Gulistan Îke got ku “Tu hêz û kes nikare li pêşiya vê îradeyê bisekine.”

Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 17’ê Kanûna 2018’an de 14 çalakgeran li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Çalakî 140 roj in didome.

Heta niha ji gelek welat û bajarên Ewropayê bi hezaran kes hatin serdana çalakgeran.

Ligel ku tendirustiya çalakgeran giran dibe jî, çalakger diyar dikin ku ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin.

Rojnameger Gulistan Îke ya ku ew jî li Strasboûrgê 140 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye diyar kir ku ew ê berxwedana wan bi ser bikeve.

Gulistan Îke tevlî bernameyeke taybet a Stêrk Tvyê bû û derbarê rojiyên miriyê axivî yên ku di 30’ê Nîsanê de hatibûn destpêkirin.

Îke bi bibîranîna cangoriyên qirkirina Dêrsimê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku tecrîd berhema feraseta qirker e. îke got ku “Berxwedana li hemberî tecrîdê, tê wateya berxwedana li dijî vê feraseta qirker jî. Niha jî 15 rêhevalên me dest bi rojiya mirinê kirine. Em dizanin ku ew ê tecrîd were şikandin. Tu hêz û tu kes nikare li hemberî vê berxwedanê bisekine. Li Bakurê Kurdistanê dayik bi xavikên xwe yên spî li ber xwe didin lê dewleta Tirk êrîşî dayikan dike. Ev dayik rûmeta me ne. Êdî gotin nemaye, dem dema çalakiyan e. Berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin, wê bigihêje armanca xwe. Li hemberî vê berxwedana ku geş dibe, wê tu kes nikaribe bisekine.”