BI DÎMEN

Li Solothurnê çalakiya protestoyî: Em ê êrîşan bi berxwedana topyekûn vala derxin

Li bajarê Solothurn ê Swîsreyê êrîşên dagirkeriyê yên nû û êrîşa li dijî saziyên Kurd ên li Ewropayê bi çalakiyekî hat protestokirin.

Li bajarê Solothurn ê Swîsreyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û polîtîkayên krîmînalîzekirina saziyên Kurdan çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK-SO) li ber stasyona trenê ya navendî hat lidarxistin. Di çalakiyê de Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Emrullah Bîngul axivî.  

Bîngul destnîşan kir ku armanca êrîşên nû yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşa Belçîka û Fransa yên li ser çapemenî û saziyên Kurd ew e ku destkeftiyên Kurdan ji holê rabikin.

Bîngul wiha got: “Gelê Kurd e ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşoya û Ewropayê ji vê belayê rizgar kir. Em gelê Kurd û dostên wan di sedsala nû de rê nedin dagirkerî û komkujiyekî nû. Li dijî van êrîşan ku saziyên me dike hedef, hemû mafên xwe yên demokratîk bikarbînin û xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin. Çawa ku gelê Kurd li Wanê xwedî li îradeya xwe derket, ew ê van êrîşan jî bi berxwedana topyekûn vala derxin.”

Çalakî bi banga mezinkirina berxwedanê bi dawî bû.