Li Siwîsre çalakiyên roja çarşemê berdewam dike

Kurdistaniyên bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roja çarşemê li Cenevrê û Lozanê çalakiyan pêk tînin, îro jî berdewam kir.

Di pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye‘ Kurdistaniyan bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Ofîsa NY’ya Cenevreyê çalakiya rûniştînê dabû destpêkirin. Çalakger çalakiyê bi birydarî berdewam dikin. Çalakger di çalakiyê de bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û hewldana komkujiya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastina Medyayê şermezar dikin.

Di çalakiyê de ji bo giyanê Halîl Guneş ê li Girtîgeha Hejmara 2’an a Ewlekariya Zêde ya Amedê jiyan xwe ji dest da û ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de şehîd bûne rêz hat girtin.

‘HETA AZADIYA OCALAN EM Ê LI QADAN BIN‘

Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Firat Anli axivî û anî ziman ku îro bi milyonan mirov ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin qadan û got: “Bêdengiya li hemberî daxwazên gelên Kurd nayê qebûlkirin. Di destpêkê de NY û saziyên navneteweyî heta ji daxwazên Kurdan re nebin bersiv em ê li qadan bin.“

Anli da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan bi awayek topyekûn qir bike û got: “Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî êrîşên ku dixwaze îradeya gelê Kurd teslîm bigre, em ê li ber xwe bidin û qadan veguherînin qada têkoşînê. Li her qadê em ê xwedî li pêngava “Dem Dema Azadiyê ye“ derkevin û em ê Rêbertiya xwe û Kurdistanê azad bikin.“

‘DI GIRTÎGEHAN DE BI DESTÊ DEWLETÊ KOMKUJÎ PÊK TÊ‘

Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksungur jî axivî û bal kişand li ser mirinên bi guman ên li girtîgehên Tirkiyeyê û got: “Garîbe Gezer li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê jiyana xwe ji dest da û rastî îşkence û destdirêjiya sîstematîk hat. Her dawî girtiyê nexweş Halîl Guneş ê li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind dihat girtin û girtiyê bi nexweşiya giran Abdulrezzak Şûyûr ê 56 salî ku li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê ya Tîpa T girtî bû jiyana xwe ji dest da. Ev mirin bi destê dewletê pêk tê. Ji bo êdî derbest ji girtîgehê dernekeve divê demildest Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan berdewam dike.

LOZAN

Endamên Tevgera Jinên Ciwan a Tekoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê“ her roja çarşemê bi danîna standê çalakiyan li dardixin. Çalakiya ciwanan mehek li pey xwe hişt.

Endamê TekoJIN û TCŞ’ê bi standa îro pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xelkê Siwîsreyê belav kirin.

Çalakî di saetên êvarî de qediya.