Li ser dîwarên Meksîkoyê wêneyên li ser têkoşîna Kurdan hatin xêzkirin

Li Meksîkoya paytexta Meksîkayê, ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re li ser dîwaran wêne hatin çêkirin.

Çalakiyên piştevaniya neteweyên xwecih ên Emerîkayê yên bi gelê Kurd re berbelav dibin.

Kolektîv, rêxistin, komîte û kesên piştevanî dikin, dengê xwe ji dagirkeriya li Kurdistanê re bilind dikin.

Li herêma şaredariya Tlahûac a li başûrê Meksîkoyê, ji rêxistinên siyasî yên cuda û kolektîvên taxan gelek kes hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin.

Çalakgeran bi çêkirina wêneyan li ser dîwaran piştevaniya gelê Kurd kir û danezanên rêxistinên din ên li hember pergala kapîtalîst li ber xwe didin xwendin.