Li Saarbruckenê çalakiya şermezarkirinê
Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê, êrişên dewleta Tirk û hêzên PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê, êrişên dewleta Tirk û hêzên PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin.
Kurdistanî li ber Europa Galerie li hev civiyan û bi deqeyeke rêzgirtinê dest bi çalakiyê kirin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo pêkanîna sînorên Mîsakî Mîlî ye, ku beriya 100 salî nekarîn bikin.
Di çalakiyê de ku saet û nîvekê dewam kir, dirûşmên "Bimire xiyanet, "Na ji şerê birakujiyê re", "Bijî yekîtiya gelê Kurd" hatin qîrîn.