Li Rûsyayê tecrîd hate protestokirin

Kurdên ku li Rûsyayê dijîn, bi çalakiyên cihê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Li Komara Xweser a Adigeyê û li bajarê Çekyabînskê yê Federasyona Rûsyayê bi pêşengiya saziyên Kurdan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. Di çalakiyên protestoyê de çalakgerên grevên birçîbûnê hatin silavkirin.

ADIGEY

Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê ya li Komara Xweser a Adigeyê bi pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd a Bêrîtanê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê didome û gel diçin serdana çalakgeran. Li ser navê çalakgeran hate gotin ku “Divê em faşîzma Tirk têk bibin û Rêbertiya xwe azad bikin. Ev tişt berpirsyarî û peywira her Kurdên bi rûmet e.”

ÇELYABÎNSK

Bi pêşengiya Komeleya Cıvata Êzidiyan a li bajarê Çelyabînskê tecrîd hate protestokirin.

Kurdên li Çelyabînskê li Navenda Çanda Kurd a Çelyabînskê hatin ba hev û tecrîda li ser Ocalan protesto kirin.

Endamê KNK’ê Sêvdîn Azad di çalakiyê de axivî û got ku, “Em piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me hatibû destpêkirin. Dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan tu sînoran nas nake. Divê gelê me van lîstikan bibîne û têkoşîna xwe geş bike.”