Li Romayê agirê Newrozê hate vêxistin

Li paytexta Italyayê Romayê bi hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê li hev kom bûn.

Di pîrozbahiya Newrozê de, ku ji hêla Centrol Ararat ve hate organîzekirin, rewşenbîrên Romayî, demokrat, organîzasyonên çepgir, nûnerên rêxistina civaka sivîl, dostên Kurdan ên Îrangî, Efganî, Hindî hazir bûn. Ev pîrozbahî bi rengê yek ji Newroza herî bêhempa a van salên dawî hate nirxandin.

Pîrozbahiya ku Şemiyê saet 18.30'an dest pê kirî, heta derengiya şevê domand. Dema pîrozbahiyê axaftina li ser Newrozê ya Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hate guhdarîkirin, gelek nûnerên saziyan axaftin kirin.

Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK'ê û KCK'ê, wêneyên Leyla Guven û hevalên wê yên greva birçîbûnê hatin hildan.

Her wiha wêneyê Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Dogan Zinar, wêneyê şervanê anarşîst ê YPG'yî Lorenzo Orsettî ku li Rojava şehîd bûbû û gelek hevalên wî yên ku şehîd bûbûn hatin hildan.

Di pîrozbahiya Newrozê de tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin, li dora agirê Newrozê govend hate gerandin.