Li peravên Libyayê 15 koçber mirin
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku li peravên Libyayê 15 koçber di avê de xeniqî ne.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku li peravên Libyayê 15 koçber di avê de xeniqî ne.
UNHCR'ê li ser hesabê Twîtterê ragihand du keştî noq bûne û 15 koçber mirine.
UNCHR'ê diyar kir şeva yekşemê bûyer hahtiye,ji keştiyên ku gihaştine Trablûsê 177 kes sax mane û ji kesên ku filitî hewceyî tedawiya tibbî ne.
UNHCR'ê diyar kir koçber ji bajarên Zwara û El Humsê yên peravên rojavayê Libyayê bi rê ketine.
Piraniya koçberên ji Sehraya Jêra Efrîkayê ji bo ku biçine Ewropayê di ser Libyayê re diçin. Navbeyna Libya û Italya 300 km ye.
Ji sersalê û wir ve hijmara kesên ku xwestin derbasî Ewropayê bibin û mirine, li gorî eynî dema sala 2020'an du caran lê zêdetir e.
Rêxistina Koçberan a Navnetewî îlonê aşkere kiribû ku ji serê sala 2021'an û wir ve 1369 koçber li DeryayaSpî xeniqî ne.