Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hate dîtin

Tîmên rizgarkirinê yên Spanyayê ragihandin ku 19’ê Xizîranê roja Çarşemê li Peravên Kanaryayê di keştiyekê de cenazeyê 5 koçberan hatiye dîtin û 68 kes jî hatine rizgarkirin.

Roja Çarşemê piştî nîvro li başûrê girava Tenefere ya Spanyayê keştiyek binav bû.

Tîmên rizgarkirinê yên Spanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber şert û mercên hewayî yên nebaş ew neçar mane ku cenazeyê 2 koçberan di keştiya zirardîtî de bihêlin. Her wiha ragihandin ku wan 68 koçber rizgar kirine.

Ev trajediya dawî nîşan dide ku di hefteyên dawî de hejmara koçberên ku berê xwe didin Perava Kanaryayê zêde bûye. 

Gelek keştiyên ku berê xwe didin Peravên Kanaryayê ji Senegal, Fas yan jî ji Sehreya Rojava tên. Li gorî saziya alikariya koçberan a Spanyayê Camînado Fronterasê jî di 5 mehên ewil ên îsal de zêdetirî  5 hezar koçber li ser rêya Peravên Kanaryayê jiyana xwe ji dest dane.