Li Parîsê tecrîda li Îmraliyê hat protestokirin

Li banliyoya Gare de Villeneuve-Saint-Georges a Parîsê, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê hat protestokirin.

Li banliyoya Gare de Villeneuve-Saint-Goerges a paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Villeneuveyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê hat protestokirin. Di daxuyaniyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em şantaja li ser Rêberê Apo ku 26 sal in li Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin û ev 40 meh in agahî jê nayê girtin, şermezar dikin. Gelê Kurd vê bêexlaqiyê qebûl nake. Hûn nikarin berjewendiyên xwe yên qirêj li ser gelê Kurd bi kar bînin. Di demên dawî de Fransa ji ber berjewendiyên xwe ciwanên Kurd û aktîvîstên Kurd radestî Tirkiyeyê dike. Em weke gelê Kurd li dijî dewleta Franseyê sûcên krîmînal nakin. Em penaberên siyasî ne û em ji bo azadiya welatê xwe yê hatiye dagirkirin têdikoşin. Banga me ji hikûmeta nû hatiye hilbijartin re ev e; hikûmeta kevin wek mînak negirin, Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar neynin. Me li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê yên DAÎŞ'ê ku ji aliyê Erdogan hatine avakirin, şer kir.

Heta ku Rêbertiya me û Kurdistan azad bibe, têkoşîna me wê bidome. Divê her Kurdên birûmet, her kes xwedî li Pêngava Azadiyê derkeve û heta pêngav bigihêje encama xwe wê çalakiyên me bêyî navber bidomînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.