Li Parîsê Pêngava 15'ê Tebaxê wê bi şeveke mezin were pîrozkirin

Li paytexta Fransayê Parîsê salvegera 35'an a Pêngava 15'ê Tebaxê wê pîrozbahiyeke mezin were organîzekirin.

Kurdên li Parîsê dijîn, di salvgera 35'an a Pêngaa 15'ê Tebaxa 1984'an de wê şevekê li dar bixin.

Ji bo şeva ku wê 15'ê Tebaxê saet 18.00'an dest pê bike, bernameyeke dewlemend hate hazirkirin. Tê payin ku gelek kes tevlî şevê bibin.

Komîteya amadekar Kurd û dostên Kurdan vexwende şevê.

Komîteyê got ew ê şevê li ''Place de Vîllîers''ê çêbikin. 

Şeva pîrozkirinê ji bilî Koma Berxwedan hev stranbê wê hazir bin; Kawa, Sosin, Peywan Arjîn, Şemdîn, Cewat Merwanî, Seyîdxan, Xemgîn Bîrthat, Xezal, , Berîvan, Comert, Nuarîn, Rotînda, Bengî Agırî, Zarîfe, Jala, Cîhan Çelîk, Maruf, Çetîn Zîlan, Deza Amed.