Li Parîs û Rennesê tecrîd hate protestokirin
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye û li bajarê Rennesê tecrîda Îmralî bi çalakiyan hate protestokirin.
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye û li bajarê Rennesê tecrîda Îmralî bi çalakiyan hate protestokirin.
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye li ser banga Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê ya Fransayê saet 15:00’an li Qada Repûblîqûeyê çalakî hate lidarxsitin.
Di çalakiyê de Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet û Zehra Saglam ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kirin û şehîd bûn, nûnerê MLKP Rojava Bayram Namaz (Baran Serhat) hatin bibîranîn û dirûşmeya ‘şehîdên şoreşê nemirin’ hate berzkirin.
Girseya gel bi pankarta “Leyla Guven ne bi tenê ye’ û wêneyên çalakgerên grevên birçîbûnê ber bi Qada Chatletê ve meşiyan.
Di meşê de bê navber bi dirûşmeyan bal hate kişandin li ser çalakiyên greva birçîbûnê û belavok hatin belav kirin. Li Qada Chatletê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin.
Nûnera Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê Asiye Esra Guden axivî û got; “Her roj nûçeyên şehadetê tên. Berpisyariyek mezin dikeve ser milê me û yên li Ewropayê dijîn. Divê em bibin dengê Leyla Guven û hemû berxwedêran, her roj li kolan û qadan di çalakiyan de bin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Terorîst Erdogan” bi dawî bû.
RENNES
Li bajarê Renensê yê Fransayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sara Sewe û Komeleya Jinan a Zîn li pêşiya Gara Trenê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de bal hate kişandin li ser çalakiyên fedayî, berxwedêrên grevên birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî beşdarî çalakiyê bûn. Girse li pêşiya garê li hev civiyan û piştre meşiyan. Meş bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.