PARÎS
Li Parîsê êrîşên qirkirinê yên li Efrînê û êrîşên dermirovahiyê hatin protestokirin. Çalakî li qada Repûblîqûeyê hate destpêkirin. Bi sedan Kurd tevlî çalakiyê bûn û saziyên dost jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên YPG/YPJ’ê hatin hildan.
Di çalakiyê de belavoka bi Fransî hate xwendin û derbarê dagirkeriya Efrînê belavok hate belavkirin.
TOÛLOÛSE
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê jî ji bo Efrînê çalakî hate kirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk gerîla bi qehremanî li ber xwe dide û şerê azadiyê didomîne.
WINSEN-LÛHE
Êrîşa ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin û daxuyaniya DYE ya li ser 3 rêveberên PKK’ê li bajarê Wînsen-Lûhe ya Elmanyayê hate protestokirin.
Gelek Kurdên ji bajarên Hambûrg û Stadê tevlî meşa protestoyê bûn. Di çalakiyê de bi Elmanî û Kurdî daxuyanî hate dayîn.
VASTERAS
Li bajarê Vasterasê ya Swêdê êrîşên dagirker ên li dijî Kurdistan û Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku êrîşên li ser gerîlayên Kurdistanê li dijî gelê Kurd tê kirin. Çalakî bi sloganên ‘Bijî berxwedana Zagros, Zap û Metînayê’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.