Li Parîs, Kopenhag, Stockholm û Helsînkiyê DYE hate protestokirin

Kurdan li Parîs, Kopenhag, Stockholm û Helsîkiyê ji ber ku rêverên Kurd kirine hedef, DYE protesto kirin.

DYE diyar kiribû kî cihê sê siyasetmedarên Kurd Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan bibêje wê 12 milyon dolaran bidin wan. Gelê Kurd li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye vê biryara DYE protesto kirin.

PARÎS

Gelê Kurd li pêşiya konsolosxaneya DYE hatin ba hev û pankartên ‘Her sê rêveberên Kurd ji bo nirxên mirovayetiyê têdikoşin’ vekirin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate hildan û sloganên ‘Erdoganê dîktator’ û ‘Azadî ji bo Ocalan’ berz kirin.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û hate xwestin bila DYE biryara xwe ya li ser Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan betal bike.

KOPENHAG

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye jî Kurd xwedî li nûnerên xwe derketin.

Di çalakiyê de qala têkiliya qirêj a di navbera DYE û dewleta Tirk de hate kirin. Di çalakiyê de êrîşên artêşa Tirk a dagirker hate protestokirin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê terorîstên rastîn in. Di çalakiyê de hate gotin “Dema ji bo siyasetmedarên ku ji bo gelê Kurd têdikoşin gotina ‘terorîst’ were gotin û ji bo girtina wan teşwîqa maddî were kirin ev li dijî exlaq e û rûmeta mirovayetiyê ye.”

STOCKHOLM

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye jî gelê Kurd li pêşiya Balyozxaneya DYE hatin ba hev û ji bo biryara krîmînalîzekirinê ya ku DYE li ser rêveberên Kurd daye, çalakiyek kirin.

Di çalakiyê de pankartek hate vekirin. Li ser pankartê wêneyê Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan  û nivîsa ‘Nûnerên Kurd ne terorîst in’ cih girt.

Çalakgeran bi pankart û dovîzan êrîşa dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir û alayên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

HELSÎNKÎ

Kurdên li paytexta Fînlandiya Helsînkê dijîn li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê kom bûn, biryara Wezareta Kerê Derve ya DYE’yê ya ji bo rêveberên PKK’ê protesto kirin.

Di çalakiyê de alên PKK’ê û dirûşmên protestokirina biryara DYE’yê ya li ser sê şoreşgerên Kurd hatin qîrkirin.

Her wiha di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku divê DYE bi roleke erênî di mijara pirsa Kurd de bilîze û hevkariya dewleta Tirk a dagirker neke.

Piştî çalakiya ber Sefaretxaneya Emerîka, Kurdan 150 name ji bo Qsra Spî û Serokê Dewletê Joe Bîden re şandin.