Li Oslo û Viyanayê dewleta Tirk hate şermezarkirin

Li paytexta Norwêçê Osloyê û paytexta Ewûstûrya Viyanayê êrîşên dagirker ên Tirk hate şermezarkirin.

Civaka Kurd a Demokratî bersiv da banga Defend Kurdistanê, Tora Jina Kurd (Kurdisk Kvînnettverk) û Ungkur li Osloyê roja şemiyê çalakiyek kirin.

Di mîtîngê de êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Kurdan hate şermezarkirin.

Li mîtîngê endama delegasyona Defend Kurdistanê Lîda Weerts li ser navê Tora Jina Kurd axaftinek kir.

Weerts bang kir ku bibin dengêhemû jinên ku di hedefa êrîşên Tirk de ne û got, ''Li Ewropayê divê em bidin dengê jinên Kurdan, li vir, li Norwêçê. Êdî em nikarin bêdeng bimînin.''

Piştî mîtîngê çalakger çûne Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Osloayê ji bo salvegera 15'ê Tebaxê civînek kirin. Muzîk hate guhdarkirin û govend hate gerandin.
 
Di semînerê de siyasetmedar û nivîskarê Kurd Celalettîn Delîbaş têkilî girîng û maneya 15'ê Tebaxê axaftinek kir.

VIYANA

Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê jî bi pêşengiya ciwanên Kurd li dijî dagirkeriyê çalakî hate kirin. Di çalakiyê de berxwedana gerîla hate slavkirin, bi belavokan derheqê êrîşên dagirker ên Tirk agahî hate dayin.