Li Nîameyê tanker teqiya: 55 kes mirin
Li Nijeryayê tankereke mazotê teqiya û di encama teqînê de herî kêm 55 kes mirin.
Li Nijeryayê tankereke mazotê teqiya û di encama teqînê de herî kêm 55 kes mirin.
Hate ragihandin ku teqîn nêzî Balefirgeha Niamey a Navneteweyî pêk hatiye.
Di teqîna ku şeva Şemî-Yekşemê pêk hatî de 55 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn.
Di nûçeya AFP’ê de ya ku spartiye çavdêriya şahidan tanker di derketina bajêr de li ser riya hesin qulibiye. Dema ku sotemeniya rijiya derdor dihat berhevkirin, agir pê ket û teqîn pêk hat.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku piştî teqînê agir li malên derdorê ketiye.