BI DÎMEN

Li Munihê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd stand hat danîn

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li Munihê stand hat danîn.

LI MUNİHÊ ÇALAKÎ

Li bajarê Munih ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” stand hat vekirin. Li vir daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî berxwedana zindana” hate berzkirin.

Tevî ku berê destûr hatibû girtin jî polîsên Elman, nehiştin posterên Rêberê Gelê Kurd bên vekirin.