Li Moskowayê agir bi balefirê ket: 13 kes mirin

Li Moskovayê ya ku paytexta Rûsyayê ye, balefireke ku li hewayê pêt pê ketî, neçar ma ku bi lezgînî dakeve û herî kêm 13 kes mirin.

Li Moskowayê ya ku paytexta Rûsyayê ye balefireke şîrketa Aeroflotê, piştî bi hewa ketî pêt pê girt û neçar ma ku bi lezgîn dakeve.

Hate ragihandin ku di daketina lezgîn de herî kêm 13 kes mirine.

Balafira bi modelê Soukhoi Superjet-100, ji bo ku biçe bajarê Moûrmansk ê li bakurê Rûsyayê bi hewa ketibû û piştî demek kurt, agir pê ket û neçar ma ku bi awayekî lezgînî û bê keys dakeve. Li aliyê din, di dîmenên li ser tevna civakî hatî parvekirin de tê dîtin ku agir bi dûvê balefirê ketiye.