Li Montpellîer, Hîldesheîm û Freîbûrgê tecrîd hate protestokirin

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Montpellîer û Hîldesheîmê çalakî hatin lidarxistin.

Kurd û dostên wan ên li bajarê Montpellîer ê Fransayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan çalakiyek li dar xistin. Çalakî li Qada Comedîeyê hate lidarxistin.

Li vê derê li ser navê NCKD’ê Saîd Akgun axivî û çalakgerên greva birçîbûnê silav kir. Akgun diyar kir heta ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin ew ê çalakiyên wan bidome.

Çalakgerê greva birçîbûnê Îlhan Şîş ê ku di 17’ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê kiribû bi rêya telefonê tevlî çalakiyê bû. Şîş got ku, “Ez çalakiya li Montpellîerê silav dikim. Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin, ew ê berxwedana me bidome.”

HILDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê jî Komuna Jinan a Şehîd Meryem ji bo balkişandina berxwedana grevên birçîbûnê serî li dêrên li Hîldesheîmê da. Jin bi rayedarên dêrên Andreakîrche û Marîendomê re civiyan. Çalakger Medîne Çobanoglû got ku, “Leyla Guven, dengê hemû jinên Kurd e. Divê êdî her kes rabe ser pêyan.”

Çalakger Hedî Donma jî got ku, “Çalakiya Leyla Guven ji bo hemû gelê Kurd e û hemû cîhanê berxwedana Leyla Guven bihîst.”

FREÎBÛRG

Li Freîbûrgê di 25’ê Çileyê de 9 kesan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakî îro hate bidawîkirin.

Li ser navê çalakgeran Alî Akan got ku, “Ji bo piştgiriya çalakgeran me çalakiyeke wisa dabû destpêkirin. Ji îro û şûnde jî em ê dengê çalakgeran bidin bihîstin. Heta ku tecrîd were rakirin em Kurdên li Ewropayê em ê çalakiyên xwe bidomînin.”