Li Marsîlyayê tecrîda Îmraliyê hate protestokirin

Bi armanca xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê û protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Fransa Marsîlyayê çalakiyek hate lidarxistin.

Li bajarê Fransa Marsîlyayê li pêşiya Nûnertiya Parlamena Ewropayê bi armanca xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê û protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûnê hate hildan û pankarta "Deng bide" hate vekirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Terorîst Erdogan" û "Faşîst AKP-MHP" hate berz kirin.

Çalakî bi axaftinan bidawî bû.