Li Marsîlyayê gel li dijî êrîşên dagirkeriyê dakatin qadan

Piştî ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Qendîl bombebaran kirin, Kurdên li Marsîlya dijîn daketin qadan û êrîş şermezar kirin.

Li dijî bombebarana bi şev a balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kurdistanî û dostên wan ên li Marsîlyayê li ser banga “Çalakiyên lezgîn“ li ber Parlamentoya Ewropayê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Kurdan û dostên wan di çalakiyê de pankarta “Defend Kurdistan“ vekirin û bi alên PKK, YPG û YPJ’ê dest bi nobetê kirin û bang li hemû Kurdistaniyan kir ku dakevin qadan û jiyanê rawestînin. Di çalakiyê de dirûşmeyên“Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gerîla“ berz kirin.

Çalakiya Kurdan û dostên wan berdewam dike.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (DTKM) Çekdar Med bang li hemû Kurdan kir ku bibin yek û dengê xwe bilind bikin. Med diyar kir ku destûra êrîşan ji aliyê Ewropa û Emerîkayê ve hatiye dayîn û got: “Em ê li her derê axa xwe biparêzin û polîtîkayên qirêj teşîr bikin.“