Li Marsîlyayê bi sedan kes li dijî tecrîdê meşiyan
Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê Kurd û dostên wan ji bo balkişandina berxwedana greva birçîbûnê û ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.
Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê Kurd û dostên wan ji bo balkişandina berxwedana greva birçîbûnê û ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.
Bi sedan kes li Qada Canebîereyê ya Marsîlyayê hatin ba hev û slogana ‘Azadî ji Ocalan re’ berz kirin.
Girse bi pankart û dovîzên ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê li ser heye, dest bi meşê kirin. Piştî meşê li qada Vîeûx-Portê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de Qirkirina Dêrsimê hate şermezarkirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku di navbera qirkirina Dêrsimê û êrîşên niha yên li ser Kurdistanê tu ferq tuneye û bal hate kişandin ser vî tiştî ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên wan e jî.
Mîtîng bi sloganan bi dawî bû.