Li Malmo û Goteborgê êrîşên kîmyewî hat protestokirin

Li bajarên Malmo û Goteborg ên Swêdê, êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, hat protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîla pêk tîne, çalakiyên xwe didomînin.

MALMO

Li bajarê Malmo yê Swêdê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û bêdengiya li hemberî wê yekê hat protestokirin.

Çalakî bi pêşengiya NCDK a Malmoyê li Qada Trîangeltorget destpê kir. Di çalakiyê de bêdengiya OPCW, Neteweyên Yekbûyî (NY), NATO û dewletên alîgirên van êrîşan, hatin protestokirin. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên 17 gerîlayên di êrîşên kîmyewî de şehîd bûn li ser bû, hat hildan. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Allt at Alla ve Vansterpartîet axaftin hatin kirin. Di axaftinên hatin kirin de, faşîzma Erdogan hat şermezarkirin û berxwedana gerîla hat silavkirin û wiha hat gotin: “Divê her der bibe qada berxwedanê.”

Di daxuyaniya ku li ser navê NCDK a Malmoyê ve hat dayîn de jî, bang li gel û saziyên Swêdê hat kirin ku li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk rabin û hate gotin ku OPCW divê bikeve nava tevgerê.

GOTEBORG

Li bajarê Goteborg ê Swêdê, li dijî êrîşên kîmyewî çalakiyek girseyî hat lidarxistin.

Çalakî Goteborg Brûnskparkenê hat lidarxistin û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Saziyên navneteweyî yên ku li hemberî sûcê şer ên dewleta Tirk bêdeng in, hatin şermezarkirin.